Hêzên Asyîşê li Dêra Zorê çeteyekî hikumeta Şamê girtin

Hêzên taybet yên Asayîşê li rojavayî Dêrezorê endamekî şaneyên çeteyên hikumeta Şamê girtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya li ser malpera Asayîşê hatî parvekirin de, wiha hate gotin:

“Di çarçoveya xebata hêzên me yên Ewlekariya Giştî ji bo şopandina kesên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin û tevlihviyan belavbikin.

6’ê Şibatê, hêzên me yên taybet H.A.T li rojavayê Dêrezorê di oprasiyoneke taybet de çeteyek hikumeta Şamê girtin.

Di serdelêgirtinê de mûşekek li ser milan, 8 Cilên leşkerî û rextek hat desteserkirin.”

Asyişê eşkere kir ku ew ê hemû hewldanên derxistina fitneyên dinavbera pêkhateiyên herêmê de têne kirin têk bibin.

Back to top button