Şehîd Ebdsemad El Hemûd li Reqayê hate oxirkirin

Şervanê Hêzên Asayîşê Ebdsemad El Hemûd bi merasîmeke girseyî li Reqayê hate oxirkirin.
Her wiha li Hesekê jî konê sersaxiyê ji bo 5 şehîdên Hêzên Komandosê hate vedan.
Xelkê herêmê malbatên şehîdan bi tenê nehiştin.

Xelkê Reqayê, saziyên sivîl û Hêzên Asayîşê bi girseyî beşdarî merasîma oxirkirina Şehîd Ebdsemad El Hemûd bûn.

El Hemûd 6’ê Sibatê dema li ser erka xwe bû di êrişeke çekdarî de şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Asayşê a Reqayê Salim El Sabir axivî û got:

“Em mizginiyekê didin we ku hêzên me çeteyên ku hevalê me Ebdulsamad şehîd kirin girtin.

Em ê wan radestî edaletê bikin ji bo ku cezayê adil bibin.”

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk Rûdîn Mihemed jî fedakariyên şehîdan silav kir û soza domandina rêya wan da.

Pişt re wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Ji bo 5 şehîdên Hêzên Komandosê konê sersaxiyê li Hesekê hat vedan

Her wiha li taxa Kelasê ya Hesekê jî ji bo her 5 şehîdên Hêzên Komandosê konê sersaxiyê hate lidarxistin.

Li bin konê sersaxiyê gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Bi bedena xwe çûn, lê di dil û hişê me de zindî ne.

Êrişa li dijî Hêzên Komandos wekî komployekê ku dişibe êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Tirkiyê bi rêya alîgirên xwe êrişî me dike û dixwaze îradeya me têk bibe, lê tu carî bisernakeve ji ber ku em şodarên doza şehîdên xwe ne.

Back to top button