Karwan Gezneyî: Parlamentoyê derbarê êrîşên dewleta Tirk de ti biryar neda

Duh Parlamentoya Başûrê Kurdisanê li ser rewşa heremên nakok û aboriyê civiya.

Di civîna parlementoyê de, dagirkeriya dewleta tirk tenê bi xwendina rapora ku hatibû amadekirin re sînordar ma.

Parlamenterê YNK’ê Karwan Gezneyî diyar kir ku parlamentoyê derbarê êrîşên dewleta Tirk de ti biryar neda û got:

Me wek parlamento lijneyek ji bo êrîşên dewleta tirk lêkolîn bike û bixe ropor diyar kiribû.

Duh tenê rapora lijneyê ya ku derbarê êrîşan de amadekiribû hate xwendin.

Derbarê raporê de hin niqaş û pirs çêbûn, lê ti biryarek derneket.

Di rapora ku hate parvekirin de jî hatibû destnîşan kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk 440 gundên ser sînor valabûne.

Her wiha di raporê de hate gotin ku deweleta Tirk bi hinceta PKK’ê êrîşê başûrê Kurdistanê dike, lê cihên ku hadine dagirkirin dide xuyakirin ku armanc ne tenê PKK’ê ye.

Back to top button