Li sînorê Lubnanê bi moşeka dijî tankê êrîş pêk hat

Li herêmê Kiryat Şmona ku li sînorê Lubnanê ye êrîşeke bi moşeka dijî tankê pêk hatin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku moşek ji hêla Lubnanê ve hatiye avêtin lê derbarê zirarên canî û madî de agahî parve nekir.
Her wiha Hizbûllahê derbarê êrîşê de malpera civakî daxuyanî da û êrîş girt ser xwe.

Li sînorê Lubnanê cih bi cih pevçûnên di navbera artêşa Îsraîl û Hizbûllahê de didomin.

Hat ragihandin ku li ser sînorê Lubnanê li dijî heremê Kiryat Şmona ya Îsraîlê moşeka dijî tankê hat avêtin.

Di nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku roket ji xaka Libnanê hatiye avêtin, lê derbarê ziyanên canî û madî de agahî nehat dayîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê herêma ku roket lê hatiye avêtin bi topan hedef girt.

Hizbûllah êrîş girt ser xwe

Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku wan êrîş birin ser Kiryat Şmona.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku danê sibê li Kiryat Şmona Tumena Celîleyê bi çekên guncav hatiye hedefgirtin.

Di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê herêmên Telle Hamamis û Sahl Merciyyun ên li başûrê Lubnanê kirine hedef.

NNA’yê di nûçeya xwe de her wiha diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Ayta El Şeab a li başûrê welêt bombebaran kir.

Hat ragihandin ku duh di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajaroka Hiyamê ya li başûrê Lubnanê de sivîlek jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên ku ji 8’ê Cotmeha 2023’Yan vir ve artêşa Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê pêk anî de 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha di şerê navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de 184 endamên Hizbullahê, 6 endamên Tevgera Amal, 6 welatiyên sivîl û 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Back to top button