Li Xezayê di nava 24 saetan de 130 kes mirin 840 kes jî birîndar bûn

Di şerê li Xezayê de ku 125 roje didome, 130 kesên din hatin kuştin û 170 jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî daxwaza Hemasê ya agirbestê û berdana dîl girtiyan red kir.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken jî li Îsraîlê hevdîtin pêk anîn û diyar kir hê jî hêviya pêkanîna agirbestê heye.

Encama şerê li Xezayê ku 125 roje didome, her diçe giran dibe.

Rojane bi dehan kes tên kuştin û birîndar dibin. Di nava 24 seetên dawiyê de jî ji ber şer û êrişan gelek kes mirin û birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bi daxuyaniyekê encama şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 130 kesên din hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê ji destpêka şer heta niha hejmara Filistiniyê ku mirin derket 27 hezar 840 kesî û ya birîndaran jî bû 67 hezar 317.

Netanyahû plana Hemasê ya agirbestê red kir

Hemasê, ji bo ku çar meh û nîv şer raweste, di nava vê demê de dîl girtî hemû bên berdan, Îsraîl leşkerên xwe ji Xezayê vekişîne û şer bi dawî bibe planeke agirbestê ya 135 rojan pêşniyar kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ev plana Hemasê red kir.

Netanyahû ku ev mijar di civîneke çapemeniyê de nirxand weke xeyalî pênase kir û wiha got,

“Ev şertên Hemasên yên ji bo agirbestê û berdana dîl girtiyan xeyalî ne. Ger em teslîmî van daxwazan bibin, wê kesên dîl neyên berdan û rê li ber komkujiyên nû veke.”

Operasyona me ne bi salan wê bi mehan dirêj bike. Em teqez diçin serketinê. Wekî din rêyeke çareseriyê tune ye.”

Hemas: Me xwest Qatar, Misir, Tirkiye, Rûsya û NY bibin garantor

Li aliyê din Hemasê têkildarî daxwaza xwe ya agirbestê û pêşniyarên ku kirine daxuyaniyek nû da.

Endamê Buroya Siyasî yê Hemasê Ûsame el Hemdan têkildarî mijarê li paytexta Libnanê Beyrûdê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hemdan eşkere kir ku wan ji Misir, Qatar, Rûsya, Tirkiye û Neteweyên Yekbuyî xwestine ku di hemû lihevkirinan de bibin garantor.

Blinken: Hê jî di navbera Îsraîl û Hemasê de hêviya agirbestê heye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku li Îsraîlê hevdîtin kirin têkildarî mijara pêkanîna agirbestê li Tel Avîvê daxuyanî da.

Blinken diyar kir li Xezayê hê jî hevîya pêkanîna agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de û li hevkirina berdana dîl girtiyan heye û wiha got,

“Çendîn şensê pêk anînê yên pêşnîyazên Hemasê nebe jî lê ji bo pêk anîna agirbestê û berdana dîl girtiyan emê xebatên xwe berdewam bikin.”

Îsraîl: Li Xezayê 30 dîlgirtiyên Îsraîlî yên di destê Hemasê de mirin

Back to top button