Meclisa Malbatên Şehîdan a navşeya Amûdê, 25 şehîdên HPG, YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayişê ku di meha Gulanê de şehîd bûbûn bibîranîn.
Merasîma bîranînê îro li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê hat lidarxistin.
Malbatên şehîdan, xelkê navçeyê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî rêzgitinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman axivî.
Silêman bal kişand ser nirxên şehîdan, fedekarî û rola wan di parastina ewlehiya herêmê de.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Arîn Xelef wesîqeyên 25 şehîdan xwendin.
Merasîm bi diruşman bi dawî bû.