Efrîn-Piştî dayîna 300 dolarî Seydo Hisên hate berdan

Li Efrînê welatiyek ku berê hatibû revandin, piştî dayîna 300 dolarî hate berdan û 2 welatiyên ku temenê xwe mezinin jî êşkence li wan hate kirin.
Li Girê Spî navendên belavkirina fikrên tundrew zêde bûne û xeterî heye ku nifşekî terorîst derkeve.

Efrîn POST ragihand ku Istîxbarata dewleta Tirk di 10 vê mehê de welatiyê bi navê Seydo Hisên ê ji xelkê Qer Gulê revandibû.

Efrîn POST da zanîn ku Hisên piştî 300 dolar fidye daye, 28 mehê hate berdan.

Seydo Hisên bi hinceta ku berê di dema Rêveberiya Xweser de endamê komînê bû hatibû revandin.

Efrîn-Êşkence li du welatiyên temen mezin hat kirin

Tora Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyên Elemşat êşkence li welatiyê temenmezin Mihemed Rifet kirin.

Mihemed Rifet ji xelkê gundê Hisyah a navçeya Mebaytayê ye.

Torê da xuyakirin ku çeteyan piştî êşkence li Rifet kirine, erebeya wî jî dizîne.

Her wiha çeteyên Sultan Mûrad jî êşkence li welatiyê temenmezin Zekî Şêx Nesan ji gundê Qêstel Kêşk ya Şera ye, kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir malbatên çeteyan pezê xwe bera nava zeviyên Nesan.

Zekî Nesan jî, tenê ji ber ku giliyê malbatên çeteyan kiriye, rastî êşkenceyê hat.

Li herêmê dagirkirî nifşeke tundraw tê avakirin

 

Back to top button