HPG: Gerîla li herêma Çemço û gundê Sîdayê li dagirkeran da

HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û qedexe çeperên berxwedanê şer yên gerîla bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên hatine kirin, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî vê;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 15’ê Çileyê de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê hêzên gerîlayan bi çekên giran ji du aliyan ve li dagirkeran dan.

Her wiha heman rojê li nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê jî tîmên gerîla yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG: Arteşa Tirk 13 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir

Derbarê êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker de jî HPG got:

Çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê 13 caran bi çekên kîmyewî û qedexe

Û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button