Navenda Metro: Di salekê de 431 binpêkirin derheqê rojnamevanan de hatine kirin

Navenda Metro bi rapora xwe ya salane ragihand ku di sala 2022’yan de li herêma Başûrê Kurdistanê 431 binpêkirin beramberî 301 rojnamevanan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku Başûrê Kurdistanê hîna ji bo karê rojnamevaniyê, nebûye cihek guncaw û aram, rojnamevan li ser karê xwe rastî kuştin, lêdan, girtin û windakirinan tên û hat gotin:

“Piştî 32 salên desthilatiya hevbeş ya du hêzên Kurd PDK û YNK’ê, rojnamevan di dema li ser karê xwe ne û buyeran lêkolîn dikin de, rastî êrişan û binpêkirinên cur be cur tên.

Ev di demek wiha de ye ku berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê berdewam qala avakirina hewaya azadiyê ji bo ragihandinê de dike ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di sala 2022’yan de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnamevan û saziyên medyayê hatine pêkanîn.

Back to top button