Li Silêmaniyê şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bîranîn

Bi boneya 5’an salvegera dagirkirina Efrînê, ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ve merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm li salona Mîlano ya Silêmaniyê bi amadebûna gelek endamên saziya hat li darxistin.

Her wiha li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Evîn Swêd daxuyaniyek da û got: “Rêveberiya Xweser Efrîn jî di nav de hemû herêmên hatine dagirkirin rizgarkirina wan weke erkê xwe dibîne, ji bo vê jî wê bê navber têbikoşe.”

Li ser navê Bereya Piştevaniyê ya bi Rojava re Simko Reşîd jî axivî û bal kişand ser hovîtî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê.

Piştre sînevîzyonek li ser êrîşên dewleta Tirk hate pêşandan.

Her wiha peyama Hîzba Şuî û Tevgera Azadî hate dayîn.

Herî dawî jî Nûnerê PYD’ê yê li Başûr Cawîdan Kemal peyamek da û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji êrîşên dagirkeriyê yên 5 sal in li ser Efrînê didome, mezintir e.

Back to top button