RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ:DAXUYANIYÊN TURMP RÊ LI PÊŞIYA QIRKIRINA NIJADÎ VEDIKE

Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûrî destnîşan kir ku daxuyaniyên Turmp rê li pêşiya qirkirina nijadî vedike.

Rêveberiya xweser bi daxuyaniyekê teqez kir ku tevî lihvkirina agirbestê dewleta Tirk a dageker agirbestê bin pê dike.

Dewleta Tirk a dagirker tevî lihvkirinê derbaskirina hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê re dewam dike.

Rêveberiya xweser paşguhkirina Emerîkayê ji binpêkirinên Tirkiyê re rexne kir û got:

Em ji idiyên Turmp derbarê agirbestê ku serkekeftî bi rêv diçe û Trkiyê pabendî agirbestê bûye matmayî dimînin.

Em teqez dikin ku Tirkiyê û çeteyên xwe pabendî agirbestê nebûne û hîn jî êrîşên xwe dewam dikin.

Ev daxuyaniyên Turmp ku dibêje Kurd li herêmên nû bicih kirin rê li pêşiya qirkirina Kurdan vedike ku Tirkiyê jê re armanc dike.

Divê sivîlên ji bajarên xwe koçber bûne bi garantiya navdewletî vegerin herêmê xwe û ev bajarên wan di bin parastina navdewletî de be.

Rêveberiya xweser bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku hêz û çeteyên xwe ji herêmên ku dagirkiriye derxîne.

Her wiha banga şandina komîteyeke lezgîn ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên Qedexekirî li herêmê kir.

Leave a Reply

Back to top button