RÊVEBERIYA KAMPA HOLÊ ZAROKEK ÊZIDÎ RADESTÎ MALA ÊZIDÎ YA HERÊMA CIZÎRÊ KIR

Rêveberiya Kampa Holê ya kantona Hesekê zarokek Êzidî ku ji Şengalê hatibû revandin, radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê kir

Rêveberiya Kampa Holê piştî ku zaroka bi navê Mîsra Reşo Xelef a ji gundê Sîba Şêx Xidir ji nav malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku di nav kampê de dimînin nas dike radestî Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê kir.

Mîsra tevî bi hezaran êzidî di êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê de hatibû revandin.

Mîsra dema hatibû revandin du salî bû.

Mala Êzidî hewl da pêdiviyîn tenduristî û yên taybet jê re peyda bike û wê di dema pêş de radestî Meclisa Şengalê bike da ku wê bighînin malbata wê.

QSD`ê di pêngavên tinekirina DAIŞ û rizgarkirina gundê Baxozê de bi sedan zarok û jinên Êzidî rizgar kirin.

Leave a Reply

Back to top button