Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên ji bo 8’ê Adarê

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî jinên li herêmê di nava tevgerê de ne.
Li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Dêrazorê kolan hatin xemilandin.
Tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Cemîl Horo jî ji bo 8’ê Adarê çalakiyên curbicur dikin.

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çalakiyên curbicur têne lidarxistin.

Jin bi coş û kelecaneke mezin xwe ji bo vê rojê amade dikin.

Di vê çarçoveyê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo 8’ê Adarê filêks, pankert û alên kesk, sor û zer hatin daleqandin û kolan hatin xemlandin.

Bi heman armacê li Dêrazorê jî amedkarî didomin.

Li kolanên bajêr pankart hatin daliqandin û serdana bendên kontrolê hatin kirin.

Li aliyekî din jî, Tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Cemîl Horo jî di nava tevgerê de û ji bo rojê, amadekariya çalakiyên curbicur dikin.

Hîlala Zêrîn û navenda Cemîl Horo dê govendên gelêrî, stranên şoreşgerî û navnetewî pêşkêş bikin.

Endama Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Nisrîn Tobal derbarê vê yekê de, axivî û diyar kir ku wan ji destpêka salê ve dest bi perwerdeya xwe ji bo 8’ê Adarê kirine.

Back to top button