Amerîka: Metirsî heye ku Îsraîl êrîşeke bejahî li Lubnanê bike

Êrişên du alî ya Hizbullah û Îsraîlê li sînorê Lubnanê, her wiha herêmên din mîna Sûriyê û gundewarên wê jî didomin.
Bi zêdebûna êrîşan îxtîmalên şer û operasyonên bejahî jî dibin rojev.
Rayedarên Amerîkî metirsiyên xwe anîn ziman ku Îsraîl plana êrîşeke bejahî ya li ser Lubnanê di nava çend mehan de dike.

Rêvebiriya Amerîkî û rayedarên îstixbaratê bifikar in ku Îsraîl plan dike ku êrîşeke bejayî dawîya biharê an serê havînê li ser Lubnanê pêk bîne.

Yek ji rayedaran amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl heta niha derbarê operasyona bejayî de biryara dawî nedaye.

Her wiha rayedaran anî ziman ku metirsiya vê mijarê di nava rêveberiya Biden de zêde ye

û îhtîmala êrîşekê jî di nav agahîyên îstixbaratê yên ku ji rayedarên payebilind ên rêveberiyê re hatine dayîn de heye.

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Biden got,

“Em bi wê ferasetê tevdigerin ku Îsraîl wê di mehên pêş de operasyoneke leşkerî pêk bîne.”

Di dema ku her kes çarenûsa nakokiyên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi danûstandinên li ser agirbesta li Xezayê ve girêdide, Serfermandarê Libnanî yê berê Abdurrahman Chehaitli di derbarê mijarê de ev nirxandin kir;

“Tiştê ku îro li başûrê Lubnanê diqewime wekî ‘pevçûnek beriya şer’ tê hesibandin, ku biryara çareseriyê li gorî encamên nîqaşên siyasî û asta ku her du aliyan garantî wergirtine ve girêdayî ye.”

Lê tevî ku îhtimala berfirehkirina şer heye jî, Chehaitli diyar kir ku Îsraîl ji ber sedemên cuda îhtîmala operasyoneke bejayî li başûrê Lubnanê ne pêkan e.

Chehaitli her wiha got:

“Di rewşeke wiha de, êrîş dê tenê li gundên nêzîkî sînor, bi qasî 5-6 kîlometran dûr, di bin piştgiriya guleyên rasterast ên hêzên êrîşkar de be, lê ne ji wê zêdetir.”

Hizbullah: Me bi moşekan li baregeha Îsraîlê xist

Back to top button