Çîn dixwaze têkîliyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt bike

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh çûbû Çînê û hempîşeyê xwe Wang Yî re hevdîtin pêk anî.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî diyar kir ku Pekîn wê hevkariya bi Moskowayê re xurt bike.

Di demekê de ku şerê li Ûkraynayê dewam dike, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo serdana du rojan Duşemê berê xwe da Çînê.

Pekîn û Moskowayê salên dawî hevkariya aborî, leşkerî û dîplomatîk xurt kir.

‘Hevkariya stratejîk’ a herdu welatan piştî ku Rûsyayê ji Sibata 2022’an û pê ve şerê bi Ûkrayna re dest pê kir, hîn xurt bû.

Lê belê li gorî gelek analîstan, hêza aborî û dîplomatîk a Çînê li hemberî Rûsyayê serwer e ku Rûsya ji aliyê welatên Rojavayî ve bi taybetî ji aliyê Ewropayê ve hatiye îzolekirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûs RÎA Novostî Wang Yî roja Sêşemê ji Sergey Lavrov re got,

“Çîn wê piştgiriyê bide pêşveçûna bi aram a Rûsyayê ya bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn.

Pekîn û Moskowa wê hevkariya stratejîk hîn xurt bikin û hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev.”

Li gorî saziya medya ya Rûs Îzvestîa, Wang Yî got,

“Piştgiriya gel li Rûsyayê çavkaniya pêşketinê ye.

Di bin lîderiya xurt a Serok Pûtîn de em bawer dikin ku gelê Rûs wê bibe xwedî paşerojeke şewq dide.”

Back to top button