Almanya: Ewlehiya Îsraîlê esasê polîtîka me ya derve ye

Dewleta Nîkaragua Almanyayê tawanbar dike ku ji hêla siyasî û leşkerî piştevaniya Îsraîlê dike.
Ji bo vê Nîkaragua serî li Dîwana Edaletê da û ji dadgeran xwest ku Berlîn çek û alîkariyan nede Îsraîlê.
Almanya bi “hêsanîkirina qirkirina” li dijî Fîlîstîniyan tê sûcdarkirin.
Almanyayê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ewlehiya Îsraîlê di “navenda” polîtîkaya wan a ji derve de ye û sûcdarî red kirin.

Nîkaragûa doh îdîayên xwe pêşkêşî dadgehê kir.

Îro jî Almanya bersiva wan îdiayên tawanan da.

Di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî a li Laheyê de, li ser navê Almanyayê Tanîa von Ûslar-Gleîchen axivî û got:

“Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya derve ya Elman de cih digire.”

Ûslar-Gleîchen diyar kir ku Elmanya sûcdariyên ku ji aliyê Nîkaragûa ve tên kirin ‘bi zimanekî teqez red dike’.

Nîkaragûa di doza li dijî Elmanyayê vekirî de, daxwaz kir ku ji bo astengkirina alîkariyên Elmanyayê yên ji bo Îsraîlê, tedbîrên lezgîn divê bên girtin.

Nîkaragûa roja Duşemê di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de Elmanya ji ber alîkariya wê ya ji Îsraîlê re, rexne kir.

Parêzerên Nîkaragûa ragihandin ku Elmanya çekan ji Îsraîlê re dabîn dike û bi vî rengî Peymana Qirkirinê ya Navneteweyî ya ku piştî Holokost di sala 1948’an de hatî îmzekirin, binpê dike.

Tanîa van Ûslar-Gleîchen li ber dadgehê bersiva sûcdariyên Nîkaragûa da û got:

“Elmanya sûcdariyên Nîkaragûa bi zimanekî teqez red dike.

Ne di rastiyê de, ne jî di hiqûqê de çi bingehê van sûcdariyan nîne.”

Back to top button