Li gor daneyna îro wê li seranserê Ewropayê zêdeyî 100 milyon mirov bikeve bin bandora germa ji 35 pileyî.
Li gorî daneyên meteorolojîk ên AFP’ê, li seranserê Ewropayê wê îro zêdeyî 100 milyon mirov bikevin bin bandora germa ji 35 pileyî.
Li Spanyayê tê texmînkirin ji ber germa zêde mirin di navbera rojên Yekşem û Çarşemê de herî kêm 212 kes mirin.
Li Fransayê asta alarmê hate bilindkirin
Her wiha li Fransayê, li 72 departmanan alarma sor a germê hate dayin. vê yekê bandor li 51 milyon mirov kiriye.
Hate ragihandin ku 5,6 milyon ji vê nifûsê di ser 75 salî re ne.
Serokwezîr Sebastian Lecornu ragihand ku ji 18’ê Hezîranê û vir ve 40 kes fetisîn ku piraniya wan ciwan bûn.



