Îro bihayê petrolê yê cîhanî ji sedî 5 zêdetir daket.
Hemwextî wê geşbînî heye ku herikîna keştiyan, bi rêya Tengava Hurmuzê berdewam bike.
Li gorî Reutersê, bihayê petrolê yê cîhanî îro ligel geşbîniya berdewama a trafîka keştiyan bi rêya Tengava Hurmuzê re, baş daketiye.
Petrola Brent ku petrola xam a cîhanê ye, ji sedî 5 zêdetir daket û her bermîlek gihîşt derdora 71.50 dolarî.
Di heman demê de petrola xam a West Texas Intermediate ya Amerîkî bi qasî ji sedî 4.5 daket û her bermîlek 69 dolar hatiye tomarkirin.
Kêmbûna bihayan ji ber kêmkirina fikarên li ser qutbûna dabînkirina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmuzê pêk hat.
Ev tengav yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yê bazirganiya enerjiyê ya cîhanê ye.
Her wiha hêvî heye ku tevî tengasiyên herêmî jî, herikîna keştiyan berdewam bike.



