Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 7 çekdarên Hizbullahê, li nêzî herêma ewlehiyê ya li başûrê Lubnanê çek û amûrên şer vediguhastin, kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 7 endamên Hizbullahê kuştine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, îro hêza hewayî, bi perspektîfa rêveberiya Yekîneya Egoz êrişî 7 çekdarên Hizbullahê kir,
Ku çek vediguhestin nav avahiyek li herêma Menzele û ew kuştin.
Îsrail destnîşan kir kû, ew avahî wekî navendek şer û çavdêriyê ji bo çavdêriya hêzên Artêşa Parastinê dihat bikaranîn.
Ji hundirê avahiyê, çekdarên Huzbullahê cih ji bo armancên leşkerî bi kar di anîn û amade bûn ku hêzên me armanc bigirin.
Herî dawî hat ragihandin artêşa Parastinê dê nehêle Hizbullah ziyanê bide hêz û welatiyên dewleta Îsraîlê.
Li rex vê yekê, ragihandina Lubnanê daxwiyand ku dronek Îsraîlê belavok li ser bajarokê Mansûrî li herêma Sor avêtin û ji niştecihan xwest ku ji bajêr bi dûr bikevin.



