Sînemager û derhênerê navdar Kadir Inanir koça dawi kir.
Derhêner û sinemagerê navdar Qadir Înanir di 24’ê gulanê de rakiribûn nexweşxaneya Beşiktaşê di bin lênêrînê de bû.
Îro hat ragihandin ku Inanir li nexweşxaneyê koça dawi kirîye.
Kadir inanir bi eslê xwe ji Trabzon a Behra Reş e. Di 15’ê Nîsan 1949’an li navçeya Fatsa ji dayik bûye.
Inanir ne tenê bi rista xwe a li pêşberî kamerayê, di heman demê de ji bo aştiya civakî, mafê mirovan, di alîyê demokrasi de jî bi sekna xwe mirasek li pey xwe hişt.
Kadir inanir heri dawî di axaftinek xwe de gotibû tenê aştî çêbe, yê li herî pêş ezê biçim. Di heman demê de xwe wekî parastvanê aştiyê dida nasandin.
Di sala 2013-2015’an de, Înanir di “Pêvajoya Çareseriyê” de di nava “Şandeya Aqilmendan” de cih girt.
Li herêma Deryaya Spî gund bi gund geriya û girîngiya aştiyê vegot.
Înanir timî bi Rêber Apo û hevserokê berê yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş re di nava hevgirtinê de bû.
Kadir Inanir hertim di axaftinên xwe de di got, ez hertim ji biratiya gelan, ji tevahiya dilê xwe bi aştiya mezin bi bawerim.



