12 malbatên ji Andinusyayê ku ji 33 kesî pêk tê îro ji kampa Roj ber bi welatê xwe ve hatin rêkirin.
Rêveberiya Kampa Roj diyar kir ku, her 12 malabatên ji Andinusyayê ji aliyê Hikûmeta Andinusyayê hatin pêşwazîkirin.
Ev malbat ji 33 kesan pêk tê.
Li kampa Roj ji 50 welatan malbatên DAÎŞ’ê hatine bicihkirin.
15 malbatên Iraqî kî ji 2015’an ve ji ber êrişên DAÎŞ’ê koçber bûne li kampê dimînin.
Zêdetirî 500 malbatî hebûn lê pîştî şer bi dawî bû vegeriyan Iraqê.
750 malbatên ji welatên cuda li kampê ne, û hejmara wan 2 hezar û 350 ye.
Her dawiyê jî Komek jin û zarokên Australia ji kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyeyê derketin.



