Li gundewarên Efrînê birîna daran û veguhestina êzingên wan bê navber dewam dike.
Ji dema dagirkirina Efrînê di 2018 de zêdetirî mîlyon dar hatine birîn.
Duh ji gundên Efrînê hin dîmen hatin parvekirin vê rastiyê nîşan dide.
Di dîmen de xwiya dibe kesên nenas li daristanên gundên Basûtayê û Eyn Gazî daran dibirin û êzingên wan dibin.
Ji zêdetirî 8 salan ve qutkirina daran û bazirganiya wan dewam dikin.
Di encamê de rûberên mezin ên daristanan paşketine.
Li gorî daneyên dawîn ji dema dagirkirina Efrînê, nêzî mîlyon û 30 hezar dar hatine birîn.
Her wiha zêdetirî 12 hezar hektar daristan û erdên çandiniyê hatiye şewitandin.



