Hewldanên wêrankirin û xerakirina goristanên şehîdan her dem tê kirin.
Herî dawî li Minbicê hewl hat dayîn ku goristana şehîdan bi erdê re bikin yek.
Ji ber van hewldanan cenazeyê 10 şehîdan ji goristana Minbicê ber bi goristanê şehîdan a li Kobanê hatin veguhestin.
Di rojên dawî de, ji aliyê rêvebiriya Minbicê ve hewildan hebû ku goristana şehîdan bi erdê re bikin yek.
Ji ber van nêzîkatiyan gelek malbatên şehîdan cenazeyên zarokên xwe ji goristanê derxistin.
Ji ber vê yekê ji aliyê komîteyeke taybet ve xebatên derxistina cenazeyên şehîdan ji goristanê destpêkir.
Ev xebat piştî hevdîtinên bi saziya malbatên şehîdan a kobanê re û aliyên peywendîdar hat kirin.
Biryar hat girtin cenazeyên şehîdan yên mane ji bo goristana şehîd dicle ya kobanê bên veguhastin.
Duh bi beşdariya hevbeş ya hêzên ewlekariya hundirîn a kobanê cenazeyê 10 şehîdan ji bo kobanê hat veguhestin.



