Amerîkayê ji bo rawestandina şerê li herêmê demeke dirêj e di navbera Libnan û Îsraîl de navbeynkarî dikir.
Piştî roja çaran ji gera 5’an a danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê peyman di navbera aliyan de hat îmzekirin.
Peymana di navbera hikûmeta Libnanê û Îsraîlê de, li Washingtonê bi navbeynkariya Amerîkayê hat îmzekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyoza Libnanê ya Washingtonê Nada Hamadeh.
Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê Yechiel Leiter beşdarî merasîma li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bûn.
Marco Rubio: Ev peyman pêngava yekem a pêvajoyeke dirêj û dijware
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li merasîma îmzekirinê de axivî.
Marco Rubio ev peyman wekî “pêngava yekem a pêvajoyeke dirêj û dijwar” pênase kir.
Rubio destnîşan kir ku xelkê Libnanê bi salan e ji ber destwerdanên (midaxele) derve gelek êş kişandiye.
Wî diyar kir ku ew dixwazin welat ji nû ve bibe xwedî avahiyeke di nav aştî û aramiyê de.
Benjamin Netanyahu: Heta Hizbulah bêçek nebe Îsraîl venakişe
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî derbarê peymanê de got:
Peyman rê dide ku artêşa Libnanê li wan herêmên pîlot ên hatine diyarkirin were bicihkirin û diyar kir:
“Bicihkirin dê di du qonaxan de pêk were lê belê heta ku Hizbulah bêçek nebe dê Îsraîl ji herêmê venekişe.”



