Bi dirûşmeya “Sûriyê tê guhertin û mafê jin di berevanî û destûrê de cihê xwe digire”, Mecila Jin a PYD li Qamişlo panelek li dar xist.
Nûnerên ji partî û saziyên sivîl, civakî û leîkerî beşdar bûn
Hevseroka nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sema Begdaş axavtina vekirinê kir.
Wê panel bi niqaşên li ser 2 mijaran dewam bike.
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed, bi serenavê “Rola YPJ’ê û mayîna wê ji bo parastina jinan” semînerek da.
Her wekî, Hevseroka giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif jî wê bi serenavê “Mafê jina di destûrê de” semînerekê bide.
Piştî semîneran wê deriyê niqaşê ji beşdaran re were vekirin.



