Parlementeriya Semra Guzel hat xesp kirin

Semra Guzel Parlamentera HDP’ê ya Amedê li Desteya Giştî ya Meclîsê di encama dengdayînê de hat xespkirin. 

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi boneya neçûye xebatên qanûnçêkirinê li Desteya Giştî ya Meclîsê hat xespkirin.

Di kêliya dengdayînê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Perwîn Bûldan û Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê jî amade bûn.

Parlamenteran bi berzkirina dirûşman dengdayîn protesto kirin.

Piştî axaftinên li Meclîsê hatin kirin, dengdayîn pêk hat û piştre tezkereyê betalkirina parlamenteriyê hat xwendin û parlamenteriya Guzel hat xespkirin.

Bi giştî 371 deng hatin bikaranîn. Li dijî 330 dengên hatin qebûlkirin, 42 deng wek red hatin bikaranîn.

Parlamenterên AKP, MHP, Partiya Îyî û CHP ji bo betalkirina parlamenteriyê dengan bikar anîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku mafê wê yê destnedayînê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Back to top button