Meşa dirêj a li Parîsê di roja 2. de ye

Meşa Dirêj a li Parîsê di roja 2. de ye.
Di meşa ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li paytexta Fransa Parîsê despêkirî, bi çalakiyên cuda dewam dike.
Her wiha yek ji armanc ew e ku li tevahiya Ewropayê 100 hezar qert bêne şandin.

Meşa dirêj a 25 rojan a ber bi Strasboûrgê ve, doh 22’ê Çileyê roja Duşemê destpê kir.

Çalakger di roja duyemîn de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û qert ji Îmraliyê re şandin.

Kampanya şandina qertan di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ tê meşandin.

Armanc ew e li tevahiya Ewropayê 100 hezar qert bêne şandin.

Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat li pêşiya Navenda Çandê daxuyaniyek da çapemeniyê û got,

“Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelên Rojhilata Navîn hemûyan tê ferzkirin.

Ji bo şikandina tecrîdê em ê bi hev re çalakiya qertpostalan lidar bixin.”

Çalakger piştre bi dirûşman heta postaxaneyê meşiyan.

Piştre ji bo xwe bigihînin cihê meşê ya li qada Învlîdeyê li metroyê siwar bûn, li vê derê jî têkildarî çalakiyê agahî dan rêwiyan.

Çalakgeran diyar kirin ku bi salan e ew li dijî tecrîdê têdikoşin û gotin,

“Em dixwazin îsal teqez bikin sala azadiya Abdullah Ocalan û misogerkirina statuya Kurdan.”

Çalakgerên ku cilên sor ên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd li xwe kirin, piştî meşa ji qada Învalîdeyê wê 24’ê Çileyê roja Çarşemê biçin bajarê Laûrîentê.

Meşvan wê heta Strasboûrgê li gelek bajaran bimeşin, civînan lidar bixin, hevdîtinan bikin û qertpostalan bişînin.

“Çawa em heta Romayê meşiyan em ê heta Kolnê jî bimeşin”

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, ji bo meşa navendî ya li Kolnê bê lidarxistin ev bang kir:

“Çawa ku di sala 99’an de em heta Romayê meşiyan, çawa ku gel însiyatîf girt ser xwe, divê dîsa li benda tu kesî nemîne.”

Meşa ji Parîsê heta Strasboûrgê dest pê kir

Back to top button