Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiye bi revandina malbatên DAIŞ’iyan tevahî cîhanê dixe xeteriyê.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê tevahî cîhan Tirkiyê berpirsê revandin DAIŞ’iyan û piştgiriya şaneyên DAIŞ’ê bibîne.
“Divê Cîhan Tirkiyê berpirsê revandina DAIŞ’iyan bibîne.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van gotinan Tirkiye berpirs li ber reva DAIŞ’iyan dît.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiye bi domdarî hewl dide jinên DAIŞ’î ji kampa Holê birevînin û wan wekî kaxezeke bi kar bînin û cîhanê pê şantaj bike.
Rêveberiya Xweser revandina jinek Molodolvî tevî zarokên wê ji kampê ji aliyê Tirkiyê ve bibîr xist û anî ziman ku ev bi xwe xeteriyek mezin nîşan dide.
Rêveberiyê diyar kir ku îstîbarata Tirkiyê ji bo revandina jinên DAIŞ’î ketiye nava tevgerê û desteka madî ya mezin dide û bibîrxist ku gelek mikurhatinên jinên DAIŞ’î vê yekê piştras dike.
Rêveberiya Xweser bang li tevahî cîhanê kir ku Tirkiyê berpirsê revandin û pêşwazîkirina endamên DAIŞ’ê û destekdayîna wê ya eşkere û veşartî bi şaneyên li herêmê bibîne.
Rêveberiya Xweser got:
Em teqez dikin ev kirin yek ji hewldanên ku Sûriyê, herêmê û cîhanê bixe xeteriya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê.
Ev destek xebata koalîsyona navneteweyî ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk şîrik e dikeve armancê.
Divê sînorek ji dewleta Tirk re bê dayîn ji ber xeteriyeke mezin li ser ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê çêdike.”