Foza Yûsiv: Şoreşa Rojava ronensa Rojhilata Navîn e

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv diyar kir ku çawa ku Şoreşa Fransayê ji bo Ewropa ronesans be, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ronesansa Rojhilata Navîn e.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv derbarê 8’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ajansa Firatê re axivî.

Foza Yûsiv Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo hemû civakan, ji bo hemû jinan, nexasim ji bo gelê Kurd û gelan wek mîladek pênasekir û got:

“Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji ber sedema ku civakên cûda dijiyan, projeya neteweya demokratîk bi pêşengiya Kurdan bû nexşerêya guherîn û veguherînê.

Ji ber ku projeya netewa demokratîk mafê hemû civakan diparêze bû mifteya hemû arîşeyan.

Bû sedem ku bi sed hezaran kes berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûrî û tevlê vê şoreşê bibin.”

Foza Yûsiv daxuyakirin ku ji ber nebûna projeyeke demokratîk a opozîsyonê serhildanên Guta û Derayê destpêkirin ji xetê derketin û negîhiştîn armancên xwe.

Foza di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir ku modêla netewdewletiye yekrengiyê ferz dike lê netewa demokratîk hemû rengan, neteweyan û zimanan tîne ba hev.

Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv herî dawî got,

”Çawa ku Şoreşa Fransayê ji bo Ewropa ronesans be Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ronesansa Rojhilata Navîn e.

Ji ber ku ne tenê li Sûriyê li hemû cîhanê bûye sedema guherîna civakî.”

Back to top button