Rêveberiya Xweser bang li “NY” kir ku erka xwe pêk bînin

Tirkiyê avê wekî kaxeza zextê li ser gelên Sûriyê bi kar tîne û ava çemê Firatê qut dike.
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber kareseteke mezin, bang li aliyên têkildar kir ku erka xwe bi cih bînin.
Rêveberiyê bang li şêniyan jî kir, ku li hember qutbûna avê, tedbîrên pêwîst bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker avê weke çek li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi kar tîne.

Dewleta Tirk di demên dawî de, bi armanca tengavkirin û birçîkirina şêniyên herêmê av qut kir.

Rêveberiya Xweser jî, ji bo derbaskirina pirsgirêka kêmbûna ava çemê Firatê tedbîr girtine.

Ji wan tedbîran;

Destekdyîna pompên ava vexwarin ku di rêya cenartoran dê were berdan, heke kehrebe qut bibe jî dewam bike.

Desteyên Rêveberiyên Herêmî şêniyan heydar dikin ku avê zêde xerç nekin.

Her wiha rolên zabîteyê aktîv kirine û jimara wan zêde kirin da ku kesên avê xerç dikin werin muxalefkirin.

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Medya Bozan bang li şêniyên herêmê kir ku bi komîteyên rêveberiyê re alîkar bin da ku ev alozî were derbaskirin.

Medya Bozan banga lezgîn li “rêxistinên mafên mirovan, Komkara Ereban, Dewletên Yekitiya Ewropayê ” kir ku destwerdanê bikin û nehêlin krîzeke mirovî rasteqîn derkeve.

Rêveberê Buroya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fadil Mustefa jî destnîşan kir ku kêmbûna avê dewam bike, wê ji bo Sûriyê karesteke mirovî be.

Fadil Mustefa bang li hikumeta Şamê kir ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê xeteriyê bi cih bîne û gilînameyekê pêşkêşî NY’yê bike.

Back to top button