Dûran Kalkan: Pergala Îmraliyê li cihanê pergaleke bê mînak e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo, komploya navnetewî, çalakiyên gelê Kurd û dostên xwe nirxandin kir.
Dûran Kalkan diyar kir ku Kurdan û tevlî dostên xwe bi çalakiyan bi têkoşîna xwe pêngava ji bo azadiyê derbasî qonaxa dûyemîn kirine. “Siyaseta qirkirinê êdî nikare bigihêje armanca xwe. Pêngava azadiyê bû bersiva herî xurt a li dijî komplogeran.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan da zanîn ku pergala Îmraliyê û siyaseta qirkirina gelê Kurd li dinyayê pergalên bê mînak ên êrîşê ne û ev nirxandin kir:

“Hemû derfet û firsendan dikin yek û dixwazin Kurdan qir bikin.

Di 25 salên dawîn de pergala serdest siyaseta xwe ya qirkirinê bi pergala Îmraliyê re didomîne.

25 salin ev qirkirin li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin. Dixwazin encamek bi dest bixin.”

Dûran Kalkan: Rêber Apo nîşan da di her mercê de dikarin pêngava şoreşgerî bên avêtin

Têkoşîna li dijî pergala qirkirinê jî Dûran Kalkan berxwedana Îmraliyê mînak da û ev tişt anî ziman:

“Berxwedana Rêber Apo ya li dijî qirkirinê mirov serwextî vê siyasetê dike.

Rêber Apo nîşan da ku şert û merc çi qas dijwar dibin bila bibin lê pêngavên şoreşgerî dikarin bên avêtin.”

Dûran Kalkan: Bi milyonan kesî ragihandin ku ew bi Rêber Apo re ne

Dûran Kalkan çalakiyên li dijî komploya 15’ê Sibatê û meşa li Kolnê jî nirxand û got:

“Li her dera cîhanê li hemû beşên welat komploger hatin rûreşkirin.

Bi milyonan kest tevlî çalakiyê bûn, li derve, li zindanê li welat li her derê çalakî hebûn.

Bi milyonan kesî ragihand ku ew bi mêjî û dilê xwe bi Rêber Apo re ne.

Li Kolnê meşeke dîrokî hat lidarxistin. Peyama xwe jî zelal bû.

Gotin, dema komployê Ewropa şaşiyeke mezin kiriye, divê lêborîna xwe bixwaze û xwe rast bike.”

Dûran Kalkan: Pêngava azadiyê bû bersiva herî xurt a li dijî komplogeran

Dûran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe destnîşan kiriye ku ji xeynî azadiyê ti jiyaneke din nas nake.

“Siyaseta qirkirinê êdî nikare bigihêje armanca xwe.

Bi xwepêşandanên li dijî komployê mirov dikare bibêje pêngava azadiyê derbasî qonaxa dûyem bû.

Pêngava azadiyê bû bersiva herî xurt a li dijî komplogeran.

Back to top button