Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) hemû fermandar û şervanên beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûne, pîroz kir.
NPG’ê got: “Careke din nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Apoyî berê xwe bide ku derê dikare fetih bike.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) hemû fermandar û şervanên beşdarî
Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûne, pîroz kir.
NPG’ê got: “17’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê di encama operasyona şoreşgerî ya li ser bargeha artêşa Tirk a dagirker de baregeha dijmin bi temamî hate xistin û bidestxistin” û wiha dewam kir,
“Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku we bi ruhê êrîşê yê bilind, bêtirs, bi çalak, hostatiya taktîkê, afirîneriyê û pratîkeke profesyonel pêk anîn.
Li baregeha dijmin tevî fermandarê bi payeya serpel û fermandarên asta jêrîn 37 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan jî weke xelekeke girîng a pêngava gerîla ya serketî ya dema dawî derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû.”
NPG: Gerîlayên azadiyê yên Apoyî berê xwe bide ku derê dikare fetih bike
Di dewama daxuyaniya Fermandariya Biryargehê de hate gotin:
“Di salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna operasyoneke bi vî rengî gelekî girîng û bersiveke di cih de bû.
Operasyona we ya şoreşgerî ku asta wê ya serketinê û tempoya wê gelekî bilind bû.
Careke din nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Apoyî berê xwe bide ku derê dikare fetih bike.
Em hemû fermandar û şervanên ku bi dilsoziya mezin a bi Rêber Apo û xeta Apoyî xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi aqlekî mezin, bi jîrbûna taktîkî, plansazî, sebir û hostatî xemilandin û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan lidar xistin, pîroz dikin.”
NPG: Medya şerê taybet hewl da têkçûna dîrokî veşêre
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) herî dawî got:
“Tevî ku we operasyoneke şoreşgerî ya ewqasî bi bandor jî artêşa Tirk a faşîst û medya şerê taybet a rejîma faşîst hewl dan vê têkçûna dîrokî ji her kesî veşêrin.
Tevî ku 37 kuştî dan, tenê kuştiyekî xwe eşkere kir, mîna ku tiştek nebûye xwe li kor, lal û kerbûnê danîn.
Ev nêzîkatiya artêşa dagirker û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst nîşan dide ku çiqasî lawaz e û tengav bûye.”
Gerîlayan bi operasyoneke şoreşgerî bersiva komploya Navnetewî dan