Şagirt û mamosteyên beşê amadahî yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew qet rakirina metryalên Rêveberiya Xweser qebûl nakin û da zanîn ku vegera li metryalên Hikumeta Şamê nasnameya kurdî tine dike û kurdan vedigerîna dema beriya şoreşê.
Perwerdiya bi zimanê dayikê yek ji deskeftiyên şoreşa Rojava ye.
Lê ENKS’ê daxwaza rakirina perwerdeya zimanê kurdî kir.
Li dijî vê daxwazê gelên herêmê bertek û nerazîbûna xwe nîşan da û her dawî Şagirt û mamosteyên beşê amadahî yên dibistana Şehîd Şêrwan Wecdî Betê û dibistana Mîşêl Selîba yên bajarê Qamişlo kir ev yek red kirin û nerînin xwe par ve kirin.
Mihmed Elî şagirtê qonaxa 3 ji beşa amadehî da zanîn ku ew li dijî rakirina metryalên Rêveberiya Xweserin û heke helwesta ENKS`ê bi cî bê wê gelek zirar li me bêkirin, em vê yekê qebûl nakin
Her wiha Lavîn Betal jî şagirta qonaxa 2 ji beşa amadahî axivî û got:
Li aliyekî din berdevka dibistana Mîşêl Selîba Lava Ibrahîm jî da zanîn zimanê kurdî hebûna kurdan diyar dike û ji bo avakirina dibistana û pêşxistina zimanê kurdî li Rojava gelek ked hat dayîn.
Lava Ibrahîm destnîşan kir ku ev yek nakeve xizmeta gelê Kurd de û teqez kir ku heke metryalên bi zimanê kurdî rabe em xwe bi destê xwe tine bikin.”