Di encama êrişên li dijî herêmê gelek navendên ku xizmeta gel dikin ji xizmetê derketin.
Mîna av , Kehbre û xaz û her wekî din.
Îcar li vir barê xelkê herêmê giran dibe û pêre peydakirina van pêdiviyan.
Xelkên navçeyê tevî ewqas zehmetî ji xwere li alternatîfan geriyan.
Li gor wan , ji xwe ji ava baranê sûd wergirtine.
Demên dawiyê dewleta Tirk radeya êrişên xwe li dijî herêmê zêde kir , vê carê berê xwe da binesaziya vê herêmê .
Binesaziya ku bi milyonana xelkê vê herêmê debara jê dikin .
Di encama êrişan de stasyon û navendên xizmetguzariyê hatin armancgirtin û ji xizmetê derketin .
Stasyona kehrebê ya Eyn Îsayê yek ji wan stasyonan e ku ji ber êrişan ji xizmetê derket.
Di encamê de 19 hezar welatî li 275 gund û navçeya Eyn Îsayê ji ava vexwarinê mehrûm bûn.
Xelkê navçeyê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji qenalên avdanê û stêran zehmetiyan dikişînin.
Derbarê mijarê de jina bi navê Fatme Îbrahîm a ji navçeya Eyn Îsayê axivî.
Fatme Îbrahîm diyar kir ku ji bo dabînkirina ava vexwarinê êşên mezin dikişînin û got:
“Em êşên kêmbûna avê dikişînin.Em nikarin bikirin jî. Ji ber ku stêr bi bihayeke bilind difiroşin. ”
Welatiya bi navê Ayşe El Salih jî hewl dide bi keda xwe ava paqij bi lêçûneke kêm peyda bike.
Endamê rêveber ê komîteya xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Izedîn Îbrahîm jî got:
“Ruxmî em 24 saetan avê belav dikin, lê têra pêdiviya welatiyan nake, ji ber ku jêdera avê ji navçeyê dûr e.”