Îran ji Amerîkayê dixwaze tevlî lêpirsînê bibe

Welatên ku ji ber ketina balafira rewiyan ya Ukraynayê gumanên xwe tînin ziman zêde dibin.
Piştî ku Amerîka Îranê ji ber vê yekê tawanbar kir, Îran ji Amerîkayê xwest ku tevlî lêpirsina der barê ketina balafirê de bibe.
Fransa jî dibêje ku ew jî dikarin beşdarî lêpirsinê bibin.

Ajansa Amerîkî ya taybet ya bi navê “selametiya veguhastinê” ragihand ku wan peyamek ji desthilatên asmanî yên Îranê wergirtine ku dixwazin Amerîka jî tevlî lêpirsîna der barê ketina balafira Ukraynayê bibe.

Ajansê diyar kir ku ew ê rewşê bişopînin û asta beşdariya xwe jî binirxînin.

Piştî vê daxuyaniyê, wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî diyar kir ku ew jî dixwazin di lêpirsînê de amade bin.

Gelek welat jî bi guman in ku balafira Ukraynayê, bi şaşîtî ji aliyê Îranê ve hatibe xistin.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau duh ragihandibû ku dîmenên xistina balafirê di destê îstixbarata Kanadayê de hene û ew bi moşekên Îranê hatiye xistin.

Trudeau got, “Lê dibe ku Îranê bi şaştî xistibe, ji ber vê yekê hîna zû ye ku aliyek were sûcdarkirin.”

Çarşema borî, di saetên ku Îranê êrîş bir ser baragehên Amerîkî de, balafireke Ukraynayê li ser asmanî Îranê ket xwarê û di encamê de 176 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button