Çavdêriya Sûrî: Balafirên nenas deverên Îranê li El-Bû Kemalê kirin armanc

Balafirine nenas gelek deverên komên Îranê yên li Sûriyê li nêzî sînorê Îraqê kirin armanc û 8 çekdarên Heşda Şebî kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh nîvê şevê balafirine nenas embarên cebilxaneyên Îranê li herêma el-Bû Kemalê ya Dêra Zorê kirin armanc û herî kêm 8 çekdarên Hêzên Heşda Şebî ya Îraqî hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, ev balafir li bajarokê el-Celaa û gundê el-Ebas ên li gundewarê el-Bû Kemal a Dêra Zorê xistin.

Berî bomebaranê, Çavdêriyê diyar kiribû ku balafirên nenas di ser navendên komên Îranê re diçin û tên.

Leave a Reply

Back to top button