Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê Parlamenta Îngilistanê ye, peymana li ser şert û mercên bidawîbûna endametiya Yekîtiya Ewropayê (Brexît) pejirand.
Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê Parlamena Îngilistanê ye, peymana li ser şert û mercên bidawîbûna endametiya Yekîtiya Ewropayê (Brexît) pejirand.
Di dengdanê de, peymana Brexît, bi 231 dengên na û 330 dengên erê hate qebûlkirin.
Peyman wê hefteya bê li Kamaraya Lordan bê nirxandin.
Eger li Kamara Lordan jî bê qebûlkirin, wê bi destûra Qralîçe Elîzabeth a Duyemîn ev bibe qanûn.
Eger Kamara Lordan di nivîsa peymanê de guhertinekê çêbike, hingî divê ji nû ve li Kamara Avamê were nirxandin û li ser dengdan bê kirin.
Hikumet hewl dide ku pêşnûmeyê beriya 31’ê Çileyê pêşkêşî Qralîçeyê bike û pê bide qebûlkirin.
Eger ev yek pêk were wê Îngilistanê di 31’ê Çileyê de ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.