HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bû eşkere kir û got: “Hevrêyê me Dijwar bi îdeolojiya xwe û baweriya xwe ya ji serketinê bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li herêma Kotolê ya li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû eşkere kir.
HPG’ê têkîldarî şehadeta gerîlayê şehîd ev agahî parve kir:
“Hevrêyê me Dijwar Elbak 26’ê Kanûna 2023’yan dema li herêma Kotolê di nava tevgerê de bû, ket kemîna hêzên Îranê û şehîd bû.”
HPG’ê di dewamiyê de qala têkoşeriya Hevrê Dijwar Elbak kir û wiha got:
“Hevrêyê me bi jiyan, sekin û şerê xwe bû mîlîtanekî Apoyî.
Siyaseta qirkirin û qetlîamê ya ku dijmin li hemberî gelê me rewa dibîne, kir sedemê têkoşînê û her kêliya xwe bi mezinkirina têkoşînê derbas kir.
Di vî warî de bû xwediyê jiyan û têkoşîneke bi berhem.
Ji xeynî tecrubeya xwe ya bîrdozî bi hevrêtî, baweriya xwe ya kûr û pisporiya xwe ya di hunera şerê gerîla de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.
HPG’ê di dawiyê de ji malbata hêja ya şehîd û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Ergîn Demîr, bi nasnav Dijwar Elbak, li Wan ê ji dayîk bûye, 26’ê Kanûna 2023’yan li Kotolê şehîd bû.
Nasnav: Dijwar Elbak
Nav û Paşnav: Ergîn Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê: Şefîka
Navê Bav: Enwer
Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2023’yan