Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo

Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo komkirina îmzeyan hatiye destpêkirin.
Îro bi sibehê Insiyatîfa Gel a Hesekê pêngava komkirina îmzeyan bi daxuyaniyekê dest pê kir.
Pêkhateyên li herêmê teqez kirin ku bi azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan pêkan e.

Li herêmê rojane piştgiriya bi pêngava komkirina îmzeyan bo Rêber Apo re zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de Îro insiyatîfa gel a bajarê Hesekê beşdarbûna xwe ya vê pêngavê ragihandin.

Xelkê Hesekê tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn

Pêngava komkirina îmzeyan bi daxuyaniyekê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de insiyatîfê bang li şêniyên herêmê kir ku tevlî pêngava komkirina îmzeyan bibin.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî jî kir ku demildest destwerdanê ji tecrîda re bike.

Li Til Temirê jî komîteyê di roja 2’an de xebatên komkirina îmzeyan dewam kir.

Têkildarî xebatên komîteyên komkirina îmzeyan, berdevkê Înîsiyatîfa Gel a Til Temirê Mihemed El Ehmed got:

“Ev pêngav însiyatîfeke gel a hemû pêkhateyan e.”

Komîteyên navçeya Holê jî di tevgerê de ne.

Piştî taxên başûr, komkirina îmzeyan di roja 2’emîn de li taxên bakurê navçeyê dest pê kir.

Li Qamişlo û navçeyên wê îmze ji bo azadiya Rêber Apo hatin komkirin

Pêngav li Qamişlo jî bi coş dewam dike.

Welatiyek ji pêkhateyên Ereb got:

“Em qet dest ji Rêber Apo bernadin, em ê Rêber aştiyê rizgar bikin.”

Li Tirbespiyê jî endamên Tevgera Ciwanên Şorşger dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Di heman demê de xelkê navçeya Girkê Legê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi pêngavê re ragihand

Hate gotin:

“Ji bo şikenadina tecrîdê em bi her awayî çalakiyan li dar bixin û dê têkoşîna me qet raneweste.”

Di roja 2’an de li Til Hemîsê jî pêngav dom kir.

Endamên Partiyên Siyasî li navçeyê îmzeyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.

Koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Apo îmzeya xwe danîn

Di nava kampên koçberan de jî îmze hatin komkirin.

Koçberên Girê Spî îmzeyên xwe bi coş û kelecan dan û gotin:

“Em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazin.”

Li Minbicê ji bo azadiya Rêber Apo îmze hatin komkirin

Komîteyên dilxwaz yên li Minbicê ku ji meclisên sivîl û komînan hatine avakirin jî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Li Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan di roja 3. de ye

Li Şehba jî komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 3 de li navçeya Fafîn û Kampa Serdemê dewam kir.

Li Til Temir, Şedadê û Til Hemîsê îmze ji bo azadiya Rêber Apo hatin komkirin

Back to top button