Li dijî komploya navneteweyî, Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM`ê jî daxuyaniyek da.
TEV-DEM`ê komplo şermezar kir û banga tevlîbûna pêngava ji Ocalan re azadî kir.
Têkildarî salvegera 23`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM`ê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê da zanîn ku bi vê komployê re, hêzên komploger xwestin îrade û destkeftiyên gelê kurdistanî têk bibin û hêviyên civakên ku banga azadî, edalet û wekheviyê dikin, tune bikin.
TEV-DEM’ê got:
Rêber Ocalan nûnertiya îradeya mirovahiya azad û hemû beşên civakê dike.
Ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyalogan têdikoşe.
Azadiya rêber Abdullah Ocalan misogeriya çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê ye.
Lê hikumeta AKP`ê û dewletên ku plana komploya navneteweyî çêkirin tu girîngî nedan vê yekê.
Armanca guhertinên demografîk ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, ew e nasnameya Kurdan tune bike.”
TEV-DEM: Felsefeya neteweya demokratîk ji bo hemû aloziyan baştirîn proje ye
TEV-DEM’ê anî ziman ku berxwedana Rêber Apo di zindanê de, hişt ku bi hezaran girtiyên siyasî jî tev li vê berxwedanê bibin û v got:
Li ser vî bingehî bi deh milyonan ji gel û dostên wan li cîhanê tev li pêngava dem dema azadiyê ye, bûne.
Xwestin bi xwedîderketina li felsefeya jiyana azad û felsefeya rizgariya ji koletiyê, tecrîdê bişkînin.
Felsefeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmê baştirîn proje ye.
Tevgera Civaka Demokrat bang li hêzên siyasî, kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku helwestekê nîşan bidin û tev li pêngava ji Ocalan re azadî, bibin.