Li Ewropayê Kurd û dostên xwe li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de ne

Li bajarê Koln ê Almanya, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilîstanê û Basel ê Swîsreyê çalakiyên greva birçîbûnê yên hemwext ên 3 rojan hatin destpêkirin.
Çalakgeran gotin: “Em ji bo rûmeta mirovahiyê û azadiyê, li dijî tecrîd û zextan piştgiriyê didin berxwedana girtiyan.”

Li gelek navendên Ewropayê bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, sosyalîstan li bajarê Basel ê Swîsreyê greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin.

Li bajarê Koln ê Almanya, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilîstanê û Basel ê Swîsreyê çalakiyên greva birçîbûnê yên hemwext ên 3 rojan hatin destpêkirin.

Greva birçîbûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir…

”Yekîtiya Ewropayê hevkarê sûcên Tirkiyê ye”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rejîma faşîst a Tirkiyê tecrîda li ser girtiyên siyasî girantir kiriye.

Komîteya Pêşîgirtina êşkenceyê CPT êşkenceya tecrîdê û zextên li Tirkiye û Kurdistanê li ber çavan nagirin.

Yekîtiya Ewropayê ku li kêleka rejîma mêtinger a faşîst e, di sûcên li ser girtiyan de jî hevpar e.

Em bang li kedkarên Ewropa, hêzên antî-faşîst dikin ku xwedî li girtiyan derkevin.”

Li Dûîsbûrgê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya standê û qert şandin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê jî bo azadiya Rêber Apo çalakiya standê hate lidarxistin.

Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel hat rêxistinkirin.

Axaftin di çalakiyê de hat kirin û bahsa tecrîda mutlaq ya Îmaraliyê hat kirin.

Di çalakiyê de her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin.

Digel ku di çalakiyê de faşîstên Tirk 2 caran hewl dane provokasyon û êrîşan pêk bînin jî, ji aliyê ciwanên Kurd ve hatin dûrxistin..

Li Lûzernê danasîna pirtûkên Rêber Apo hatin kirin

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê stand hat danîn.

Di standê de danasîna paradîgmaya Rêber Apo hat kirin.

Di standa ku bi pêşengiya Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate vekirin de gelê Lûzernê hatin agahdarkirin.

Endama TekoJIN Nûda Ekîncî axivî û got:

“Em weke ciwanên Apoyî, li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin, em ê berxwedana xwe bidomînin.

Bi pêngava azadiyê re em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin.”

Li Londonê Sosyalîstan li dijî tecrîdê dest bi greva birçûbûnê kirin

Back to top button