Ev 102 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 102 rojin agahî jê nayê girtin.
Rojnamevan Xelef Xefûr, derbarê rewşa karê rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê de, da zanîn ku dadgeh ne serwerin, dibin hegemonya hizb û hêzên siyasî dene û wiha got:
“Divê rê were dayîn ku parêzer û malbata Silêman Ehmed bikarin hevdîtin li gel wî bikin.”

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, li ser sînorê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hate revandin.

Silêman Ehmed ev 102 rojin agahî jê nayê girtin.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek ne rast eşkere gefa cezakirinê li wî kir.

Ajansa Rojnews’ê jî van tometbariyên ne rast yên Asayîşa Dihokê şermezar kir.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nermîn Ehmed, diyar kir ku PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel bikin.

“Dadgehên Başûr dibin hegemoniya hizib û hêzên siyasî de ne”

Edîtorê malpera Mewda Rojnamevan Xelef Xefûr, derbarê rewşa karê rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê axivî.

Xelef Xefûr diyar kir ku dadgehên Başûr ne serwerin, dibin hegemoniya hizib û hêzên siyasî de ne û wiha axivî:

“Nabe ku li dijî rojnamevanan dozên siyasî, emnî û sixûriyê werin danîn.

Rojnamevan tenê dixwazin gendelî û rastiyê ji bo welatiyan ragihînin û ev yek jî di rastiyê de ne sûc e.”

Xelef Xefûr: Divê parêzer bikaribin Silêman Ehmed bibînin

Rojnamevan Xelef Xefûr di axaftina xwe de behsa revandina Rojnamevan Silêman Ehmed kir û wiha got:

“Divê rê were dayîn ku parêzer û malbata Silêman Ehmed bikarin hevdîtin li gel wî bikin.

Divê were îspatkirin ku ne ji ber sedemek siyasî hatiye girtin.

Ez jî li dijî her kiryarek ku li Herêma Kurdistanê me, ku li dijî yasayan be û azadiya siyasî, rojnamevanî û mafên xelkê binpê bike.”

101 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button