Navenda Ragahandin û çapemeniya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî nasnameya 4 endemên xwe ku di êrîşa 2 sibatê de li ser navendekî wan ya li Qamişlo çêbibû eşkere kir.
Navendê sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest û got:
“Em wek Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî li ked, xebat û fedekariyê şehîdên xwe xwedî derkevin.
Navenda Ragahandin û çapemeniya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî nasnameya 4 endemên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di 2’ê Şibatê de, balafireke bêmirov a Artêşa tirk a dagirker navenda Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî a li Qamişlo kirin armanc.
Di encama êrîşê de 4 endamên me şehîd ketin.”
”Em wekî Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî li ked û xebatên şehîdan derkevin”
Di daxuyaniyê de wiha bahsa kesayetên şehîdan hat kirin:
Şehîd “Ebdulselam” ji bo parastina welatê xwe di her xebatî de ked da.
Dilsoziya bi bi têkoşîna welatê xwe re kar dida meşandin.
Bi dilpakî û dilsozî erkên xwe bi cih dianî, bi hêz û cesaretê xwe zehmetî û astengî derbas dikir.
Şehîd “Rebah” ji bo xizmeta welatê xwe tevlî nava refên hêzên me bû.
Endamekî ku bi hemû lez û bez erkên xwe bi cih dianî û bi hemû hêza xwe ve kar û xebat kir.
Bi sekna xwe ya wêrek hemû zehmetî û astengiyan derbas dikir.”
Şehîd “Mihemed” beriya niha bi salan di nava refên hêzên me de dest bi têkoşîna xwe kiribû.
Yek ji endamên dilsoz ên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.
Beşdarî gelek eniyên şer ên li dijî çete û rêxistinên çetetî bû.
Bi hemû hêz û cesareta xwe şer kir û li ber xwe da û Jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe feda kir.”
Şehîd “Yamên” ji bo parastina xak û gelê xwe û bidestxistina ewlehî û aramiyê, tevlî refên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.
Di nava kar û xebatên xwe de her dem pêşengî kir û bû hevrêyek mînak yê têkoşînê.”
Navenda Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî herî dawî di daxuyaniya xwe de got:
“Em ji malbatê şehîdan rê û hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.
Em wekî Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî dê li ked, xebat û fedekariyê şehîdên xwe xwedî derkevin”
Li gor daxwiyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav: Ebdulselam
Navê Bav: Fewaz
Navê Dayikê: Foze
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 10.04.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024
Nav û paşnav: Rebah
Navê Bav: Husên
Navê Dayikê: Munîfe
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 21-07-2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024
Nav û paşnav: Mihemed El-Saîd
Navê Bav: Yûsif
Navê Dayikê: Ref’a
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 3-6-2016
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024
Nav û paşnav: Yamên Şedad
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Cemîle
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo 3/3/2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2/2/2024