Hêzên Asayîşê têkildarî êrişa li Qamişloyê daxuyaniyek û eşkere kir ku îro dagirkeriya Tirkiyê careke din navendeke wan li Qamişlo bombebaran kir û di encamê de 4 endamên wan şehîd bûn û yek jî birîndar bûn.
Asayîşê eşkere kir ku bi balafiran dagirkeriya Tirkiyê navendeke wan li rojhilatê Qamişloyê bomebebaran kir.
Asayîşê da zanîn ku di encama êrişê de 4 endamên wan şehîd û yek jî birîndar bûne.
Li gor Asayîşê , endamên wan ên diçûn Kampa Holê da ku beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bibin hatine armanckirin.
Asayîşê got ku ev êriş bi armanca têkbirina ewlehiyê ye lê belê wê ti carî mirdarê dagirkeriyشê bi serî nebe û dê têkoşîna wan dewam bike.