Ji ber êrişên Tirkiyê belavkirina mazota ji bo cotkaran dereng ket

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin.
Di encama êrişan de gelek zirar gihayê herêmê,mîna Navend û kargehên petrolê û xizmetguzariyê..
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî rawestîna kargehên petrolê hewl, dide mzaotê ji cotkaran peyda bike.

Li navçeya Holê ya kantona Cizîrê Komîteya Sotemeniyê mazot li cotkarên ku zeviyên wan avî ne, belav dike.

Heta niha komîteyê sotemenî li 187 cotkarên ku ruxset ji saziyên çandiniyê girtine, belav kiriye.

Endamê Komîteya Mazotê ya navçeya Holê Yasir Xilêf diyar kir ku xebatên belavkirina parên din ên mazotê wê li gorî derfetan bidomînin.

Her wiha cotkarê bi navê Beşo El Beşo ku para xwe ya mazotê wergirtiye da zanîn ku ji ber derengiya mazotê hinek zirar li hilbirînên wan bûye.

Di dawiyê de Beşo El Beşo anî ziman ku ji ber êrişên dagirkeriyê mazot dereng li wan hatiye belavkirin.

Dêrik-Stasyona Siwêdiyê 8 caran hate bombebarankirin

Back to top button