Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, 49 rojin li dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.
Li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat.
Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest da.
Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin.
Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê de.
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.
Çalakiya Dag û Er di roja 49’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.