Li Meksîkayê di êrişa ser girtîgehê de 14 kes mirin

Komeke çekdar li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser Girtîgeha Juarez de girtin.
Di encama şer û pevçûnê de 10 jê gardiyan herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Navenda Jinûve Yekkirina Civakî ya Dewletê ya bi Hejmar 3 ya girêdayî Girtîgeha Juarez a Eyaleta Chihuahua ya Meksîkayê dîsa alozî derket.

Li gorî nûçeya çapemeniya welat; dozgeriya eyaleta Chihuahua’yê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got;

Kesên çekdar bi wesayîtên zirxî êrişî gardiyanan kirine.

Di encama êrişê de 10 jê gardiyan bi giştî herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 13 kes birîndar bûn û 24 girtî jî reviyan.

Dozgeriya Chihuahua’yê da zanîn ku girtîgeh dîsa kontrol kirine û têkildarî bûyerê 5 kes hatine binçavkirin.

Back to top button