KCK’ê bi boneya salvegera Komloya Navnetewî daxuyanî da

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê di sala 24. de komploya navnetewî şermezar kir û berxwedana Rêber Apo ya li dijî komployê silav kir. KCK’ê ji bo şikandina tecrîdê û têkbirina komployê di sala nû de banga mezinkirina têkoşînê li herkesî kir. Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi heman armancê ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kir.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “24 sal di ser komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya hebûnê pêk hatiye derbas bû.

Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê careke din bi hemû kîn û nefreta xwe şermezar û lanet dikin.

Em diyar dikin ku em ê ti carî serî li ber ti nêzîkatiyên komploger ên li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya Hebûnê netewînin.

KCK: Em Rêber Apo silav dikin ku 24 salin li dijî komployê li ber xwe dide

Em careke din hemû şehîdên Qehreman ên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo ku negihêjin armancên xwe yên qirêj bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo xwe kirin mertalek ji agir; bi bîr tînin.

Em Rêber Apo ku li dijî şert û mercên esareta li Îmraliyê, tecrîda mutleq û êşkenceyê, bi îradeyeke xurt li berxwe dide, silav dikin.

KCK’ê diyar kir armancên berfireh ên komploya ku hatiye pûçkirin, ji aliyê hêzên komploger ve bi awayên cuda tên nûjenkirin û bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin bê rêvebirin û wiha dewam kir;

KCK: Ji bo têkbirina komployê em di asta herî jor de têbikoşin

“Bi girtina deriyên Îmraliyê, Kurd ji Rêbertiya xwe bêpar tên hiştin; li aliyê din pirsgirêka dîrokî ya weke pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî mezin û sereke ya Tirkiyê ye, di polîtîkayeke bê çareseriyê de tê hiştin û nahêlin Tirkiye bikeve pêvajoya demokratîkbûnê.”

KCK’ê ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û têkbirina komployê di sala nû de bang li her kesî kir ku di asta herî jor de têbikoşin.

KONGRA-GEL: Em têkoşîna azadiya Rêber Apo mezin bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Di pêvajoya komploya 9’ê Cotmehê de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê me li dora Rêber Apo civiya, xwedî li Rêberê xwe derket û têkoşîneke bêhempa meşand.

Komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina Rêbertî li dewleta Tirk dewam kir, bi pêşdîtina mezin a Rêber Apo û bi têkoşîna bi heybet a gel û gerîla negihîşt armanca xwe.

Dem dema hilweşandina faşîzmê ye, dema serxistina azadî û demokrasiyê ye.

Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku di sala 25’an a komploya 9’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geş bikin.”

Back to top button