Serhildamên gel li Îran û Kurdistanê di roja 20. de didome

Serhildana gel yên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 20’an de didome. Li gelek zanîngehan jî xwandekaran dest bi gireva gîştî kirin û tevlî çalakiyan bûn. Piştî çalakiyên xwandekaran hêzên rejîmê êriş kir û gelek ji wan hatin girtin. Li gorî daneyên dawî heta niha ji ber êrişên hêzên rejimê nêzî 160 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hêjmara kesên li Belûcistanê jiyana xwe ji dest dane gihîşte 88’an.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gel yên bi peşengiya jinan 20 roj li pey xwe hîştin.

Tevî hemû êrişên rejîma Îranê jî gel bi daxwaza azadî û demokrasiyê li qadane.

Bi taybetî jî herî zêde jin û ciwanên xwandekar bi hêrsek mezin beşdarî çalakiyan dibin.

Duh li gelek bajar û zanîngehan xwandekaran tundiya rejîma Îranê şermezarkirin û daxwaza azadiyê kirin.

Di êrişan de zêdeyî 160 kesan jiyanan xwe ji dest dane

Bi heman daxwazê Jinên xwandekar ên li bajarê Merîwanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” beşdarî çalakiyan bûn.

Jinên xwandekar ên bajarê Qezvînê jî bi dirûşma “Girtîgeh bûye dibistan Îran bûye zîndan” daxwaza azadiyê kirin.
çend sanye dîmen

Li zanîngehekî jî xwandekaran bi dirûşma “Bimre dîktator” tevlîbûna dersê pirotesto kirin.

Piştî ku li zanîngehan asta çalakiyan bilind bû, hêzên rejîmê bi tundî êrişî wan kir û gelek xwandekar girtin.

Li bajarê Êsfehanê jî gel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” heya derengiya şevê di nav çalakiyan de bûn.

Her wiha li heman bajarî, jinan posterek ji nexşeyek ku porê jinekî li ser hatiye neqişandin li pira bajêr daleqandin.

Gelên Tehran û Qumê jî heya derengiya şevê rêyên nav bajar girtin û dirûşmên “Bimre Xamênêyî” berzkirin.

Li bajarê Talêşê jî gel li qadan bûn.

Jinên Kirmanşanê jî bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” li qada bûn.

Li Belûcistanê 88 kesan jiyana xwe ji dest da

Her wiha li gorî Kampanya Aktîvîstên Belûç, hejmara kesên di komkujiya rejîma Îranê ya li Belûcistanê de jiyana xwe ji dest dayîn gihîştiye 88 kesan.

Zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku ji ber nebûna xwîna zêde ya li nexwaşxaneyê rewşa gelek kesên birîndar girane.

Ev komkujî jî di roja 30’ê Îlonê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê li bajarê Zahîdanê pêk hatibû.

Back to top button