Konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” îro di roja xwe ya 2’an de ye .
Di Konferansê li gel gelek axaftinan Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş jî axivî.
Veysî Aktaş ku di rûniştina 3yan a destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere.
Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve.”
Li Stenbolê, Konferansa “Veguherîna Komara Demokratîk” duh dest pê kir û îro dewam dike.
Di konferansê de gelek siyasetmedar, akademîsyen û kesayetên civaka sivîl amade bûn.
Kesên di konferansê de axivîn diyar kirin ku ji bo pêşerojeke hevpar divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin.
Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş di rûniştina 3’an a Konferansê de axivî.
Veysî Aktaş ku li ser mijara, ‘Di kêşeya Kurd de entegrasyona demokratîk û avakirina jiyana hevpar’ axivî .
Her wiha Aktaş anî ziman ku ev konferans pir girîng e û got:
“Di girtîgehê de jî me li ser demokratîkbûna komarê gotûbêj dikir. Hevî dikim ew bibe rojeva Tirkiyeyê jî.
Êdî dem hatiye ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî şênber bibe pêşveçûna pêvajoyê. ”
Veysî Aktaş: Entegrasyona Demokratîk ne teslîmbûne û ne jî pişaftine
Veysî Aktaş destnîşan kir ku dibe ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê bibe şansê dawî û wiha pê de çû:
“Ji bilî birêz Ocalan kes nikare vî bengê bike. Ew ji bo Tirkiyeyê pir girîng bû.
Ji bo ew bang pêk were hewceyî heye ku herdu alî bi awayekî wekhev muzakere bikin.
Entegrasyona Demokratîk, bingeha pêvajoya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye.
Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e û ne jî pişaftin e.”
Veysî Aktaş: Heke ev pêvajo pêk were dê tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn
Veysî Aktaş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk li ser 3 qanûnan pênase dike.
Bi gotina wî qanûna civaka demokratîk ew jî xwe dispere misogeriya destûra bingehîn.
Aktaş got, qanûna azadiya hemwelatiya wekhev û qanûna rêveberiyên herêmî.
Ew qanûn weke qanûnên aştiyê jî tê pênasekirin. Heke ew qanûn pêk werin li şûna çekan wê siyaset bigire.
Di vê çerçoveyê de entegrasyona demokratîk ji bo hemû welatiyan û pêşeroja Tirkiyeyê stratejiyeke.
Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn.”



